Bi destpêka demsala Havînê re aloziya birîna elektrîkê li hember penaberên Sûrî ku li kampên Dara şekran ,kewregozk û Giwêlan li herêma Kurdistanê derdikeve
Bavê Ferhan penaberek li kampa Kewregozkê dijî dibêje: “pileya germahiyê dighêje 47 an û elektrîk ji demjimêr 7ê sibehê de ta 1ê nîvro tê birîn û Penaberên ku nikarin cînatoran bikirin demjimêrên qutkirinê bi zehmetî dibhurînin
Macid Remo ji kampa Dara Şekran e gazinê ji eynî aloziyê li wê kampê jî dike û dibêje”ji 2800 malbat elektrîka cînatorê dighêje 400 malbatî û her ampêrek bi 3500 dînarê îraqî ye”.
Ev rewş li kampa Qûştepe tune ye li gor ku penaber Hekîm ji mere diyar dike “ji dema avakirina kampê û ta niha elektrîk nehatiye birîn”
Hîwa can / hewlêr