Bi dehan sivîlên ji bajarê Humsê û gundewarê wê yên koçkirî bajarê Cerablis ê bakurê Helebê bûne, û hinên din ji bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, duhî înê, rawestanek li dar xistin ji bo bîranîna komkujiya kirêt ya ko hêzên rêjîmê derheqê sivîlan ya ko tê naskirin bi (I’tîsam Elsa’a) li nîveka bajarê Humsê ko bi dehan sivîl têde hatin kuştin.
Çalakvanên xwecihî yên bajarê Ezazê gotin ku piştî rawestanê xwepêşander li kolanên bajêr geriyan ko têde di hejmarek çalakiyên sivîl û şoreşgerî de bi helkefta derbasbûna heşt salan li ser kuştarê beşdar bûn.
Xwepêşanderan dirûşmên ku rêjîma Esed pirotesto dikin hildane, têde daxwaz kirine ko lêpirsîn ligel bibe, û komkujiya li meydana Elsa’a ya li Humsê di bîra cîhanê anîn.
Beşdarbûyan destnîşan kirin ko komkujiya Elsaa ya ko rêjîma Esed cîbicî kir şermeke di rûyê civaka navdewletî de ya ko wan salên bûrî bêdeng ma, li ser kuştarên rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û Îranê a ko derheqê miletê Sûrî de yê ko daxwaza mafê xwe bo azadî û rûmetê kirine pêk anîne.
Beşdarbûyên piraniya rawestan û xwepêşandanan yên herêmên rizgarkirî berdewamiya şoreşê tekez kirin, tako bigehêje amancên xwe yên ko miletê Sûrî bi hezaran zaroyên xwe bo wê kirine gorî, û gotin ku ew roja reş di dîroka rêjîma Esed de dê her bimîne fakterek bo berdewamkirina rêka şoreşê heta amancên xwe misoger bike.
Û tête destnîşankirin ko bi sedan xwepêşander li bajar û bajarokên corbicor li parêzgeha Idlib û Helebê duhî derketine, bo bîranîna komkujiya(I’tîsam Elsa’a) ya ko di 18.04.2011ê de çêbû, xwepêşinderan daxwaza rûxandina rêjîmê û sizakirina tawankaran û rizgarkirina girtiyan ji zindanên rêjîmê kirin.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî