Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF), duhî li roja înê gotibû “dibe ku rojnamevanê Sûrî, Alî Mehmûd Osman, yê navdar bi romalîna nûçeyên topbarana li ser bajarê Humsê û alîkirina rojnamevanên biyanî, ji çend salan de jiyana xwe jidest da be”.
Ofîsa Rojhilata Navîn ya Rêxistina (RSF) dakokî li ser “pêwîstîya zelalkirina doza Elî Osman, û rojnamevanên din yên binçavkirî û bêserûşûn bi destê rayedarên rejîmê kir “.
Rêxistinê got ku “divê kesên din yên sax bilez bêne serbestberdan û termên rojnemavên mirî bêne radestkirin ji bo malbatên wan, herwiha divê berpirsyar sedemên mirina wan yan jî darvekirina wan xuya bikin”.
Li gorî (RSF) ku rojnamevan Alî Osman alîkariya gelek rojnamevanên biyanî li bajarê Himusê kiriye ji bo wênegirtina raporên nehînî li ser bûyerên topbaranan û wêrankirinê , tevlî alîkariya herdu rojnamevanan, Marie Colvin û Remi Oohleyk, yên li reşemeha 2012’an hatibûn kuştin di teqîna navenda “Baba Emro ya medyayî” de.
Ku rojnamevanê Sûrî, Ali Osman, yek ji berpirsiyarê navenda medayî bû li bajarê Humsê, û gelek hevpeyvînên rasterast bi televizyonên navnetewî re pêk anîbûn, li ser danasîna bombebarana hêzên rejîmê li ser bajarê Humsê berî bête binçavkirin.
Tê zanîn ku rojnamevana Frensî Edith Bouvier, ya di teqîna Baba Emro de birîndar bibû, di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya “Le Figaro”, gotibû ku Osman alîkariya wê ji bo ji Sûriyê derkeve kiribû.
Hêjayî gotinê ye ku rojnamevan, Alî Osman, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sûrî li Helebê li adara 2012’an hatibû girtin, li cihê ku ew mecbûr bibû “danpêdanan” bide ku ji aliyê TV rejîmê di meha nîsanê de hatibû belavkirin, û lêpirsîn digel bibûn li ser wêne û pêwendiyên wê bi xwenîşanderan û rojnamevanên biyanî re.
Ev yek duhî hat, piştî ku rêxistinê di raporta xwe ya salane de taybet li ser azadiya rojnemaviyê di cîhanê de li Sûriyê eşkere kiribû ku Sûriya di rêza 174 an(di nav 180 welatên cîhanê de) hatibû, ji ber hejmara rojnamevanên hatine kuştin, û berdewamiya sînordariyên li ser karê medyayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî