Roja 15 vê heyva Adarê Komela El ʼEtaa li bajarê Efrînê hat damezrandin. Mustefa Ebdo Xeyas ku yek ji damezrênerên komelê ye got : ” karê komelê wê ne tenê li Efrîn be,ew ji bo hemû miletê sûrî ye, û bi taybet wê alîkaiya koçberên ku ji navçeyên bakurî parêzgeha Helebê û Idlibê hatine bike.
Her wiha hin kar û pirojeyên komelê ku berî bê ragihandin hatin xuyakirin wek: navendek ji siwarkirina dest û lingên pîşesazî, û nexweşxaneyek tendiristî, û dermanxaneyek pizîşkî jibo derman ji kesên hejar re bêberamber bê belavkirin, ev kar hevbeş bû bi hin nexweşxaneyên derdorî Helebê li Darit ʼEzê û Ezazê û komîta pizîşkên bêsînor.
Ji aliyekî din komela El Eʼtaa çalakiya xwe ya taybet bi sêwiyan bi alîkariya komela Elmelek di heyva bê de diyar kir.
Jêder : Hevbendî