Diyardeya windabûn û revandina welatiyan li parêzgeha Hesekê berdewam e û bi taybet li bajarê Qamişlo.
Berî heftiyekê Ciwanê kurd yê bi navê Keder Cumaa li bajarê Qamişlo wenda bû, û tu agahî li ser wî tunen e.
Ariya Cumaa dayka Keder û endama emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku kurê wê xwendkarê kolîca endezyariya pitrolê ye li Dêra Zorê, û wî serdana Qamişlo kiribû berya cejna Newrozê da ku rewşa xwe ya leşkerî piştrast bike, û belgeyên zankoyê ji dezgehên leşkerî yên PYD û rêjîmê re pêşkêş bike, lê ew piştî çend rojan winda bû, û tu agahiyên wan li ser wî ta vê gavê tune ne.
Cumaa diyar kir ku wan serdana hemû aliyên ewlkariyê yên bi ser PYD ve û yên rêjîmê jî kirine, lê herdû aliyan tu agahî li ser çarenivîsa kurê wê ta vê gavê nedane wan.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî