Duh çarşemê 29 Tebaxê bi şev, teqînek li hindir bajarê Efrînê rû da, û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û nêzî 18 kesan jî birîndar bûn. li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.
Zeyno da zanin ku li ber nanpêjgeha Bavê Îmad li ser riya bajarokê Reco teqînek çêbû, û di encamê de jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest dan, û 18 kes birîndar bûn.
Zeyno got ku bumbak di hindirê bermîleke gemarê de li nêzî kolana vêlatan li navenda bajêr bi armanca kuştina xelkê hatibû çandin.
Zeyno bal kişand ku rewşa piranya birîndaran pir xirab e, û ew li nexweşxaneya leşkerî tên dermankirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê