Șoreșgeran duh dest bi awayekȋ nêz-tekȗz danȋn ser serbazgeha El-Qermȋd li gundewarȇ Idlibȇ, piștȋ șerȇ ku Artȇșa El – Fetih bo rizgarkirina serbazgehȇ destpȇ kir. Herweha șoreșgeran dest danȋn ser girȇ Isfin ȗ El – Heriș, ȗ her du rȇbendȇn kargeha Elmixellel ȗ ya Petata, herweha hejmarek ji erebeyȇn hȇza Esed wȇran kirin, ȗ bi dehan ji leșkerȇ wȋ kuștin.
Vekișȋna hȇzȇn Esed ȗ reva wan ber bi Erȋha de destpȇ kir, lȇ șoreșgeran dikarȋbȗn serkirdeyȇ serbazgehȇ bikujin, dema hewla revê dikir.
Serbazgeha El- Qermȋd ji hejmarek ji rȇbendȇn leșkerȋ ȇn mezin û tang ȗ topan pȇk tȇ, serbazgeh navenda bumbebarankirinek berdewam dijȋ sivȋlan li gundewarȇn Idlibȇ bȗ, ȗ sedema kuștina bi hezarȇn sivȋlan bȗ.
Ji hȇleke dȋ ve șoreșgeran dest bi cenga ” Serkeftin” bo destdanȋna ser bajarȇ Cisr El – șexȗr li Idlibȇ û qutkitrina rȇ li ber alȋkariyȇn hȇzȇn rejȋma Esed di navbera Erȋha ȗ gundewarȇn Laziqiyȇ de kirin. Ta niha șoreșgeran dikarȋbȗn dest deynin ser sȇ rȇbendan ji hȇla bajȇr ya Bakur, ȗ hȋn șer berdewam e, șoreșgeran sȇgoșeya ewlehiyȇ ya hȇzȇn Esed li hindirȇ bajȇr bi sarȗxȇn Katyoșa armanc kirin, di encamȇ de bidehan hatin kuștin ȗ birȋndarkirin.
Jȇder: Hevbendȋ