Îro înê bi dehan niştecihên bajarê Dar’a, bi bilindkirina ala şoreşa Sûriyê û diruşm û slogsnên li dijî rejîmê û hêzên wê xwepêşandan kirin, ew xwenîşandan li nîvrasta bajarê Dera yê ku bi piştgiriya Rûsan ji berî çend heyvan ve ketiye di bin destê hêzên rejîmê, derketin.
Ji aliyê xwepêşanderan pankartek bi nivîsa “Ina nebûna peyman bi rejîmê re” hat bilindkirin, çalakvanan got ku xwenîşander li meydana “Mizgefta El-Omarî”, ya wek sembolekî mezin e di nav kur û keçên şoreşa Sûrî de, kom bûn.
Xwenîşanderan daxwaza serbestberdana hemû girtiyên di zindanên Esed de di demeke kin de û bi lezgînî kirin, û tevî şermezarkirina peymanên bi darê zorê yên li ser wan hatine sepandin, û li ser pankartekê jî nivîsî bûn: “Heşt sal ji rijandina xwînê, bi peymanên sernekeftî rawestiyan”.
xwenîşandenan slogan gotin li dijî kurên Der’ayê yên di nava refên hêzên Esed de kar dikin , û li ser pankartekî nivîsî bûn “zarokên me rûmeta me ne, û her kesên tevlî refên rejîmê bûne ew ne ji me ne”.
Tê zanîn ku li parêzgeha Der’ayê li çend mehên borî kampanyên girsayî yên girtinê hatin pêkanîn, û têde bi dehan serbazên berê yên artêşa azad ya Sûriyê, tevlî karmendên saziyên şoreşê hatin binçavkirin, tevî beşdariya wan di îmzekirina peymanên bi darê zorê de.
Û şirovekaran got ku wê encamên xwenîşandanên îro di rojên pêş de diyar bibin, û dibe guhertinekê pêkbîne di rewşa parêzgehê de, ya çirûska şoreşa Sûrî li 2011’an jê destpê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê