Di heyamê du rojên bûrî de nêzîkî 250 kesî li Dêrazorê hatine şehîdketin û birîndarkirin bi sedema ku bajar rastî êrîşên dijwar dibe ji aliyê firokên Hevpeymaniya Navdewletî û firokên Rûsiya û rijêma Esed.
Rêxistina Dêrazorê24 got ku komelkujiyek li bajarokê “Diblan” li rojhilatê Dêrazorê ji aliyê firokên Hevpeymaniyê îro li danê sibê hat pêkanîn, piştî bombebarankirina wê bi bombeyên weşî, û rêxistinê got ku amarên destpêkî amaje bi “kuştina 50 kesî û birîndarbûna hejmarek mezin dikin ku piraniya wan jin û zarok in”.
Û çalakvanên navçeyê gotin ku duhî xaniyek li nêzîk bajarê Elmeyadîn li rojhilatê Dêrazorê ku rêxistina DAIŞê xistibû girtîgehek bo dijberên xwe û ew girtîgeh ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî hat bombebarankirin û têde nêzîkî 60 kesî hat kuştin û hejmareke din birîndar bûn.
Hêjayê gotinê ye ku bajarên mezin li gundewarê rojhilat yê Dêrazorê rastî oparesyonek esmanî ya dijwar dibe, hevdem ligel nêzîkbûna hêzên Rijêmê û çeteyên Îranê ji gundê Hemîme yê bi dûrahiya 80 k.m ji bajarê Elbokemal.
Herwiha hin rêxistinên navdewletî hişyarî dabûn ku dibe êrîşên Hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAIŞê bibe sedema “ketina hejmarek mezin ji sivîlan” û herwiha daxwaza standina rêşûnên pêwîst kiribû ji bo parastina sivîlan ji bombebarankirina rasterast.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî