NY diyar kir ku 30 zarokên navçeya Xûta rojhilat ya dorpêçkirî ji aliyê rijêma Bişar Esed di du heftiyên pêşiyê de li sala 2018’an jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê nûnerê (UNICEF) li Sûriyê, Firan Îkîsa, rêxistinê got ku bi sedema dorpêçkirina 200 hezar zarok, ji bi sedên hezaran kesên din, jiyaneke sext derbas dikin, û daxuyaniyê bal kişandiye ser ku sercem navendên pizîşkî hatine daxistin, û dumahîkê du navendên ku hêjî berdewam bûn li ser karê xwe, hatin bombebarankirin.
Daxuyaniya UNICEF bal kişandiye li ser pêwîstiya 120 zarokên Xûta rojhilat bi derketina bilez ji Xûta heye, ji bo çareseriya pizîşkî, û têde hatiye ku nexweşxane û navendên bergiriya sivîl rastî bombebarankirina Rijêmê hatine, hevdem ku hêzên Rijêmê bi piştgiriya Rûsiya oparesyonên xwe yên leşkerî zêde kirine.
Hêjayê gotinê ye ku NY li roja çarşemê hişyariyek dabû li ser pêkanîna tawanên şer li Xûta Şamê ya rojhilat bi êrîşên esmanî û bajayî yên zêde yên hêzên rijêma Esed û hevalbendên wê.
Herwiha komsyonerê bilind yê NY yê mafên mirovan Zeyd Bin Re’ed Elhuseyn gotibû ku ‘’ raportên ji Xûta rojhelat tên li ser ziyanên li sivîlan dibin bi sedema êrîşên asmanî, û dibe ku hêzên êrîşker bi pirinsîbên mirovanî yên navdewlewtî pabend nebin, û metirsî ji pêkanîna tawankariyên cengê heye”.
Tê zanîn ku derdora 400 hezar sivîlî li Xûta rojhelat hene û jiyana xwe di rewşeke xerab de derbas dikin, bi sedema dorpêça hêzên Rijêmê ya li ser wan û bombebarana ji çend salan ve, tevî ku rêxistina lêborîna navdewletî (Amnesty) bal kişandibû ku li ser destê hêzên Rijêmê tawanên şer bi awayekî afsaneyî bi rêka napalim û bombên rûsî têne pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat