Ji aliyê mediyakarên Xûta Şamê ya rojhilat ve, şehîdbûna 361 sivîlî di heyamê heyvekê de hate belgekirin, ji encama bombebarana hêzên rijêma Esed li ser navçeyê û bikaranîna gazên jehrê di hin êrîşan de.
Çalakvanan got ku ev êrîş di heyvekê de bûne sedema kuştina 361 sivîlî, û bal kişandin ser ku ew kuştin bi 20 êrîşên bi gaza kilorê hatin encamdan, bê destnîşankirina navçeyên armanckirî.
Çalakvanan gotin ku Xûta rojhilat di heman demê de bi 905 êrîşên esmanî û bi 21 mûşekên napalim û 20 lolên “TNT” yê teqîner û bi zêdetir ji 1548 mûşekên zemîn-zemîn û zêdetir ji 8120 rûkêtên hawinan hat armanckirin.
Encûmena xwecihî li navçeya Elmerc li rojhilatê Şamê, duhî daxuyaniyek da û têde gotibû ku di navbera 29’ê çileyê pêşiyê û 29’ê çileyê de 60 sivîl hatine kuştin û 143 sivîlên din hatine birîndarkirin, bi sedema êrîşên hêzên Rijêmê bi gelek rengên çekan tevî çekên qedexekirî û gaza kilorê.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya mafên mirov duhî pêncşemê di raportekê de belav kiriye ku nêzîkî 774 mirov di heyva çile 2018’an de bi destê hêzên hevalbendiya rijêma Esed û Rûsya hatine kuştin, nemaze li navçeyên dikevin di çarçovê rêkeftinên “kêmkirina tundutîjiyê”.
Tora Sûrî ya mafên mirov di dawiya dawîtirîn roporta xwe ya heyvane de daxwaza standina rêşûnên zêdetir ji konseya ewlekariyê kiriye ji bo dadgehkirina “tawankarên şer” bi rêka raguhestina doseya Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dûma, yekser piştî çend demjimêran ji bombebarankirina derdora bajarê Dûma bi gaza kilorê û bajarê Heresta bi napalim, daxwaza destêwerdaneke bilez ji civaka navdewletî kir ji bo rawestandina êrîşên kêmiyayî yên berdewam yên rijêma Esed li ser navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî