Encumena Xwecihî ya bajarê Dareya got; ku agirbesta li bajêr di jêr gefa hilweşandinê de ye, piştî firîna balafirên çavdêriyê yên rêjîma Esed li asîmanê bajêr, û herwiha ketina 5 bombeyan li ser devera başûr ji bajêr, di heman demê de liva otombîlên leşkerî yên rêjîmê li heman cebheyê.
Di daxuyaniya Encumenê de ku roja Şemiyê, derketibû, Encumenê diyar kir ku xelkê bajêr ji van pêşhatan bitirs in, di dema ku hin nûçe belav dibin ku hêzên Esed biniyaz in dest bi helmeteke leşkerî ya nû bikin, tevî ku Dareya ji gelek bajaran pabendtir e bi rêkeftina agirbestê.
Ji aliyê xwe ve, roja Pênşemê, rêjîma Esed nehişt ku karwanên alîkariyan derbasî Dareya bibin, û li gor lêdwanên “Xaça Sor” ku sedema nehiştinê ew bû, hebûna şîrê zarokan di nava alîkariyan de.
Herwiha hêzên Esed cihê kombûna xelkê Dareya yên ku çavê wan li rêya karwanên alîkariyan bûn bi çend bombeyên Hawinê topbaran kirin, û di encam de du kes şehîd ketin ku “bav û kurê xwe” bûn, û 5 kesên din birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî