Malbenda Çaksazî û Guhertinê, biryar da ku ewê careke din rûniştinên xwe yên danûstandinê dest pê bike, û wê bi vexwendina ji bo amadebûna rûniştineke gengeşeyê ya bi navê” cinêva 5emîn û gengaziya çareseriyê” dest pê bike, û pênc tewerên gengeşeyan hatibûn destnîşankirin. Ya yekem: pêşinyarên ku Dî Meztora pêşkêş kiribûn ku ji 4 mijaran pêk dihatin( hukumranî, Destûr, helbijartin, terror), û tewera duyem: ta çi redeye opozisyon kare hev bigire. Û tewera sêyemîn derbarê rola opoaisyonê û rêjîmê di pêkanîîna çareyan de. Û tewerê çaremîn: kêşeya kurdî di belgenameên opozisyonê de. Tewera pêncemîn: çi hêvî bi Cinêvê ve tên girêdan.
Û ev jinûve-vekirina Malbendê û dubarekirina çalakiyên wê piştî rawestana neçarî bû, dema çekdarên PYD sentera Malbendê ya serekî li Qamişlo girt, wek beşekî ji helmeta PYD ya girtina ofîsên Encumana Niştimanî Ya Kurd û partiyên wê û yên rêxistinên rewşenbîrî û civakî bi giştî, bi behaneya wernegirtina ruxsetê, wek hewildanekê ji bo pûçkirina jiyana siyasî li herêmên Kurdî û kontrolkirina meydanê tevî.
Tê zanîn ku Encumana Niştimanî Ya Kurd di civîna xwe ya dawî de, biryara dubare-vekirina ofîsên xwe li hemi bajar û herêman da ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe yên siyasî û rewşenbîrî yên wek her carê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî /Beşê Kurdî