Yihya Elmektebî Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Raperîna Kurdan li Qamişlo agirê Şoreşê vêxist û giha bajarên din di sala 2011an de, Elmektebî got” Ji Qamişlo ya Raperînê heta bi Der’a ya Şoreşê Gelê Sûriyê ji azadî û rûmetê re Pirek ava kirin ” ew di gotina wî de hat ya di ahenga ku Encûmena Niştimanî ya Kurd Îro Êvarî li Istanbûlê di bîranîna Raperîna Qamişlo û bîranîna destpêka Şoreşa Sûriyê de lidar xist.
Gotina Encûmena Niştimanî ya Kurd birêz Behzad Ibrahîm xwend û tê de got: “Îro em ji bo vejandina sê bîranînan dicivin, Raperîna Qamişlo, Kuştara Helebçe û Şoreşa Sûriyê ya ko çirûska wê ji Der’a dest pêkir”
Herwiha Kerem Dewlê gotina Rêkxistina Aşûrî ya Dîmuqrat xwend,û li ser peywendiya taybet ya di navbera Raprîna Qamişlo ya2004an û Şoreşa 2011an bi hûrgilî sekinî, û destnîşan kir ku tukes di ewê peywendiyê de nagihê ji bilî xelkên Qamişlo yên ku wê çaxê di 2004an de bi tena xwe li hemberî Rêjîma Esed sekinîn.
Jêder: Nûçegihanê Hevbendiyê li Istanbûlê