Tevgera narazîbûnên aştiyane li dijî rêjîma Esed li bajarokê Kenakir li gundewarên rojavayê şamê her diçê berfirhtir dibe, di riya metingên nerazîbûnê û nivîsên li ser dîwaran re, ên daxwaza ruxandina rêjîma Esed û berdana Iran û milîsên wê û serbestberdana girtiyan dikin.
Û çalakvanan gotin ku di nav metingên herdû rojên dawiyê de, cara yekemîn bû wêneyên serdarê rêjîmê Beşar Esed yên li ser avahiya şaredariya Kenkerê hatin çirandin, û nivîsên ku daxwza serbestberdana girtiyan dikin li ser dîwaran nivîsandin, û kiryarên komîta liehevhatinê şermezar kirin, û ew bi xiniziyê bi nav kirin.
Herweha di hefteya borî de niştîcehên bajarokê Kenakir metingeka nerazîbûnê li dar xist, têde tekezî li ser ruxandina rêjîmê û qewitandina Iranê ji Sûriyê û serbestberdana girtiyan kirin, û beşdaran di metingê de silogan û nivîsên wek “serbestberdana girtiyan di destpêkê de piştra dozên din, em girtiyan jibînakin, mirin û ne riswabûn,em dest ji girtiyan bernadin, Sûriya azad e azad e û divê Iran derkeve” hatibûn nivîsîn.
Û di mijareke pêve girêdayî de, hêzên ewlekariya rijêmê li parêzgeha Elswêda ketin amadebaşiyê de, piştî belavbûna nivîsên dijî rêjîmê li ser dîwaran, yê ku tê de piştgiriya xelkê Elswêda ji welatiyên Idlibê re yên ku di tengasiyek mezin de dijîn nîşan dan.
Û xwepêşanderan li ser dîwaran hin gotin nivîsî bûn , wek “ Idlibê ruha bikin, divê rijêma Esed hilweşe, her xûna zeytûnên Idlib dirije mêwên Elswêda digrîn”, lewra endamên ewlekariya rêjîmê bilez ew nivîs ji ser dîwaran rakirin.
Tê zanîn ku tevgera sivîl li dijî rêjîmê li pir herêmên ku di bin kontirola artêşa Esed de vegeriya ye, ya ku têde nivîsên li dijî rêjîmê û milîsîn Iranî li hejmarek bajar û bajarokên parêzgeha Dera û Elswêda û gundewarê şamê pir dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî