Ji bilî rewşa jiyanê ya zehmet ku xelkên Kobanê yên vegeryayî ser mal û milkê xwe dibînin, aloziyeke din derdikeve hember wan ewjî laşê kuştiyên çekdarên DAIŞê yên di bin malên wêranbûyî de mane.
Mezlûm Mihemed ji xelkê kobanê ye metirsiya xwe ji mere anî ziman “em pir ji belavbûna nexweşiyan ji encama bêhna termên di bin wêraniyan de ditirsin”.
Her wiha Mihemed di riya malpra me re bang li hemû dezgehên berpirsyar kir ku bilez bajar ji wan terman paqij bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ta niha bêtirî 650 termî ji hundir bajêr hatine derxistin.
Jêder: Hevbendî