Duh 13 Adarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê “Mewlûd Oxlo” di hevdîtina wî ya digel Şandeya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd re ya bi serokatiya Ebdulhemîd Derwêş û Endametiya Ebdulhekîm Beşar û Ibrahîm Biro û Zuhêr Mihemed li avahiya Wezareta Derve, tekez kir ko rêzgirtina wî ji siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd û taybetiya wê re heye, û amadebûna xwe da xuyakirin ji bo peywendiyên Desthilata Tirkiyê bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re pêşve bibe.
Herwiha tekezî li ser peywendiyên dîrokî di navbera Gelê Kurd û Tirk de kir. Û piştgiriya Tirkiyê ji çareseriya aştiyane re li Sûriyê dupat kir, çareseriya ku desthilateke dîmuqrat encam bide û mafê hemû pêkhatiyên Gelê Sûriyê pêk bîne.
Wezîrê derve soz da ko babeta vekirina Rêbuhêrkên sînor li Herêma Cezîrê û Kobanî û Efrînê vekolîn bike û guhdanek taybet bi Rêbuhêrka Dirbêsiyê bike, û pêdiviyên ji Buhêrkê re divên dabîn bike da bibe Buhêrkeke fermî.
Jêder: Hevbendî