Saturday, September 23, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Mirina 227 Zarokên Şîrmij li Xûta Rojhilat ji Destpêka Îsal de Ji Ber Dorpêçkirinê

November 21, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Mirina 227 Zarokên Şîrmij li Xûta Rojhilat ji Destpêka Îsal de Ji Ber Dorpêçkirinê

Hejmara zarokên şîrmij ên li Xûta rojhilat mirine di deh heyvên borî yên sala 2017’an de, gihişt asta herî bilind, bi sedema dorpêçkirina wê ji aliyê hêzên rêjîma Esed û milîsên hevalbendên wê ve, û qedexekirina gihandina xwarin û dermên bo xelkê Xûta rojhilat.

Ku zêdetir ji hezar zarokên sava niha li jêr tirsa mirinê dijîn bi sedema kêmketina xwarin û dermên, tevî ku rojane mirin di nav zarokên sava de zêdetir dibe.

Ji aliyê karmendên nexweşxaneya taybet ya gundewarê Şamê, zaniyarî ketin destê dezgehên ragihandinê de, ku hejmara zarokên li Xûta rojhilat mirine her ji sala 2014 heta sala 2016 gihiştiye 527 zarokan, û ligor defterên tomarkirina nexweşxaneyê, û 227 zarokên pêçekê sala 2017’an mirine.

Encûmena Xwecîhî li navçeya Xûta ya ser bi hikûmeta demkî ve, amaje kir ku rêjeya 40% ji 17700 zarokên şîrmij ên ku temenê wan di binya 2salan re ye, hewcedariya wan bi pişgiriya bitemamî heye, di dema ku 400 hezar sivîl li xûta rojhilat ya dorpêçkirî dijîn.

Encûmenê got ku li Xûta rojhilat nêzîkî 8 hezar û 500 zarokên sava hene, ku jiyê wan ji şeş heyvan kêmtir e, tevlî 9 hezar û 200 savayên din yên jiyê wan di navbera şeş heyvan û du salan de ye, û bal kişand ku mirin zêde dibe bi sedema astengiyên dorpêçkirina Rijêmê, ku bûye sedema kêmketina derman û kelupelên xwarinê.

Ji aliyê xwe ve, cîgirê rêveberê kombenda komeleya mafên penaberan, parêzer Ebdulah Resûl Dimîr ji ajansa Anadol ya Tirkî re got ku “zarok kesên herî zermend in li Sûriyê, û tekez kir ku sercem yasayên navdewletî di ezmûnê de têkşikestin, û bi taybetî di mijara zarokên Sûriyê de”.

Û ligor nûtirîn raporta rêxistina “UNICEF” ya li êlûna borî hatibû belavkirin, 8.5 milyon zarok li Sûriyê ji ber şer zerermed bûne, û ligor raporta komeleya navdewletî ya mafên penaberan, zarok li Sûriyê baca herî mezin didin.

Di heman dema ku Xûta rojhilat, tevî ku yek ji navçeyên kêmkirina oparesyonên keşkerî ye, di mawê du heftiyên borî de tûşî oparesyonek tund ji hêla hêzên Rijêmê hat, tevî ku Rûsiya roja 22’ê tîrmeha borî wek roja destpêkirina agirbestê li Xûta rojhilat ragihandibû, lê hêjî Rijêm di êrîşên xwe yên bê rawestan de berdewam e.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat

ShareTweetSend

Related Posts

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî Ketwarê Karê Tenduristî li Bajarê Babê yê Azad Dişopîne
Nûçeyên Xwecihî

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî Ketwarê Karê Tenduristî li Bajarê Babê yê Azad Dişopîne

September 20, 2023
Wezareta Darayî û Aborî Ya Hikûmeta Demkî Komxebatekê li Ser Parastina Xerîdar û Kontrolkirina Kelupelan li Deverên Rizgarkirî li Dar Dixe
Nûçeyên Xwecihî

Wezareta Darayî û Aborî Ya Hikûmeta Demkî Komxebatekê li Ser Parastina Xerîdar û Kontrolkirina Kelupelan li Deverên Rizgarkirî li Dar Dixe

September 9, 2023
Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Demkî: 36660 Kesan Sûd ji Xizmetguzariyên Kilînkên Veguhêz li Penagehan Wergirtin
Nûçeyên Xwecihî

Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Demkî: 36660 Kesan Sûd ji Xizmetguzariyên Kilînkên Veguhêz li Penagehan Wergirtin

September 6, 2023
Next Post
Zanîngeha Helebê ya Azad Rêkrftineke Hevkariyê li gel Akadîmiya Istenbolê ya Peywendiyên Navdewletî Imza Dike

Zanîngeha Helebê ya Azad Rêkrftineke Hevkariyê li gel Akadîmiya Istenbolê ya Peywendiyên Navdewletî Imza Dike

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 13.9k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Xwecihî

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî Ketwarê Karê Tenduristî li Bajarê Babê yê Azad Dişopîne

Wezareta Darayî û Aborî Ya Hikûmeta Demkî Komxebatekê li Ser Parastina Xerîdar û Kontrolkirina Kelupelan li Deverên Rizgarkirî li Dar Dixe

Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Demkî: 36660 Kesan Sûd ji Xizmetguzariyên Kilînkên Veguhêz li Penagehan Wergirtin

Emîdê Kolîja Pizîşkiya Diranan a Zanîngeha Heleba Azad: 500 Xwendekarên me yên Ku li Ser 5 Salên Xwendinê Dabeşkirî ne Hene

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.