Xwediyên Qurbaniyên Keleka “Ziware” ya ko li ber Peravên Îtalî binav bû û 712 kes li ser pişta wê bûn gazin kirin ko Pêwanên Peravan yên Îtalî tu guhdana bi rizgarkirina wan nekirin, tenê gumlikê rizgarkirinê ji wan re avêtin aliyekî tenê ji Kelekê û vî karî hişt ko siwarên kelekê xwe bavêjin aliyê gumlekan û Kelek serûbinî hev bibe.
Herweha Xwediyên Qurbaniyan tekez kirin ko: “Desthilatdarên Îtalî bi bêsinciyî danûstandin digel qurbaniyan kirin, û nuha jî tu pêzanînan li ser wan nadin û ne wêneyên kuştiyan belav dikin da xelkên wan qurbaniyan wan nas bikin, lê sûr in li ser ko yek ji mirovên qurbanî bête Îtalya da nas bike û nasnameya wî tekez bike û ev tişt bêçare ye, çimkî piraniya Sûriyan nikarin vîza derbasbûna Îtalya peyda bikin.”
Jêder: Toreya Sûrî ya mafê Mirovan