Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Oso got, tiştê serokê Iranê Hesen Rûhanî di pêşwaziya xwe ji serokê berlemana rejîma sûrî re Mihemed El – leham ragihandiye ku ” Wê ta dawî li kêleka Esed raweste”, ne helwesteke nû ye, lê belê ew helwesteke Iranî fermî ye jidestpêka şoreşa Sûriyê ve.
Oso berdewam kir ku Iran ji destpêkê ve helwestên Durû û ciyawaz derheqê şoreşên erebî bikar tîne. ji hêlekê ve bixêrhatin dida guhertinên li deverên Erebî de dibûn, û didît ku bi rûmeta gelan ve girêdayî ne, bi taybet dema ku şoreşan rejîmên Tûnisê. Mesr, Lîbya, û Yemen li ber xwe dibirin, lê piştî ku şoreş gihişt ber deriyê rejîma Sûrî -hevalbendê Iran ê yekem li deverê- ew bixêrhatina Iranî bi şoreşan hat guhertin û bi çavê gumanê li wan nerî û gotinin ciyawaz ji yên şoreşên berê wek – Pîlan , Dijminkarî- bikar dianîn dema behsa Sûrî dibû, ew jî bo rewatiyekê bide alîkariya xwe ya berdewam ji rejîma Sûrî û Hûsyên Yemenê re.
Oso tekez kir ku hikûmeta Îranî piştgiriya tawankariyên rejîma Sûrî ne ji niha ve dike, lê ji destpêka ku rejîma Esed ev helmet dijî milletê xwe destpê kiriye. mîna şandina milişiyên regezperist da alîkariya wî di vemirandina şoreşê de bikin, ji wan jî Hizbillah a tirorist, Liwayê Ebû El – Fedil El -Ebas, Liwaya Zû El -Feqar, û ji bilî wan jî milişiyên regezperist ku bi wan ve girêdayî ne.
Jêder : Hevbendî