Nexweşxaneya Hesen Ele’rec li bajarê Me’eret Elnu’man li gundewarê Idlibê ji aliyê firokên Rûsiya hat armanckirin, û bû sedema jikarketin û wêrankirina gelek beşên wê.
Rêveberiya saxlemiya hikûmeta demkî di raportekê de got ku êrîşên bihêz yên firokên Rûsiya û bombebarankirina nexweşxaneyê bûne sedema ziyanên mezin li avahî û alavên nexweşxaneyê, tevî têkşikandina jêderên elektrîkê û maşîn û ambulansên nexweşxaneyê.
Rêveberiyê got ku êrîş sêşemê êvarî hat encamdan, û hîç ziyan li stafê pizîşkî nebû, û bal kişand ku ew nexweşxane dîtir nikare bi pêşkêşkirina xizmetgozariyên pizîşkî û firyadhatinê rabe.
Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve, vegera Mosko careke din li armanckirina nexweşxane û navendên giştî nîşana niyazên wê yên pêkanaîna koçberkirinên nû ye.
Herwiha Hevbendiyê bi tundî ev armanckirin pirotesto kir ew û bi tawaneke şer li qelem da, û daxwaza pirotestokirina vê tawanê ji NY kir, û daxwaz jê kir ku bi erkên xwe tevan rabe ji bo parastina biryarên encûmena ewlehiya navdewletî yên derbarê pêdiviya rawestandina bombebarankirinê, û bi taybetî dijî nexweşxane û navendên bajêrvaniyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî