Navenda Cegerxwȋn li gundewarȇn Til Temirȇ duh Yekșemȇ 26- 4 -2015an helmetek tendirustȋ bidawȋ kir.
Di helmetȇ de li ser dirȇjahiya sȇ hefteyan 500 kes ji hȇla komȋta nojdarȋ a bi navendȇ ve girȇdayȋ ye hatin dermankirin. Li gor endamȇ rȇveberiya navenda Cegerxwȋn Kamȋran șȇxo ji malpera me re ragihand, helmeta ku textorin ji bajarȇ Qamișlo tȇ de beșdar bȗn 13 gund li gundewarȇ Til Temirȇ dan ber xwe.
Șȇxo berdewam kir:”Ji ber rewșên dijwar yên Til Temir tȇ re derbas dibe, em bi vȇ helmetȇ rabȗn, me serdana 13 gundan kiriye, hemȗ mișextȇn bajarokȇ Til Temirȇ lȇ dijȋn, ȗ me ji wan re derman bȇ beramber pȇșkȇș kirin ”
Li gor tekezkirinȇn endama navendȇ Şȋnda Hisȇn ji malpera me re, di heman dema helmeta tendirustȋ de, navendȇ ahengek bo zarokan birȇ xist, ji bo derbaskirina rewșa derȗnȋ ku ji ber rewșȇn dijwar tȇ re derbas bȗne, ȗ jibȋrkirina ȇșa mișextiyȇ.
Șȋnda berdewam kir ku aheng ji bernameya helmeta wan bo piștgiriya derȗnȋ ji zarokȇn Til Temirȇ ȇn mișextbȗyȋ re bȗ.
Hȇja ye gotinȇ ku hemȗ textorȇn bajarȇ Til Temirȇ piștȋ ȇrȋșa Daișȇ li ser bajarȇ wan mișext bȗne, ȗ ji ber vȇ yekȇ navenda Cegerxwȋn bi vȇ helmetȇ rabȗye.
Jêder : Hevbendî