Komîta Celadet Bedirxan ya fêrkirina Zimanê kurdî, duhî roja yekşemê êvarî, li nivîsîngeha Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya , cejina mamosteyê kurd vejîm kir.
Di destpêkê de Ismaîl Sînan peyva Komîtê pêşkêş kir û têde li ser Mîr Celadet û rola wî di saxkirina Zimanê kurdî de axivî, herwiha behsa destpêka damezrandina komîteyê û bizavên wê di biwarê fêrkirina zimanê kurdî kir, û hejmara derçûyan wek berhema karê komîtê anî ziman.
Mamoste Mistefa Deqorî yê 80 salî ji aliyê komîtê ve hat xelatkirin, wek rêzgirtinekê ji xebata wî re di fêrkirina nifşên bajarê Amûdê, û Mamoste Mistefa jî ji aliyê xwe ve destxweşî li Komîta navborî kir û bi bilindî karê wê nirxand.
Hêjayî bîranînê ye ku komîta Celadet Bedirxan di sala 2006an de hatiye damezrandin, hersal di 26ê Nîsanê bi boneya jidayîkbûna Mîr Celadet Alî Bedirxan ku di heman rojê de ji dayik bûye mamostayekî xelat dike.
Jêder : Hevbendî