Netewên Yekbûyî ragihand ko dixwaze di pênc rojên dahatî de alîkariyan bigihîne 154 hezar kesan li Herêmên dorpêçkirî li Sûriyê.
Hevrêzkarê Netewên Yekbûyî Yaqûb Elhilû, yê ko li Sûriyê niştecih dibe, di daxuyaniyekê de roja Yekşemê got ko Netewên Yekbûyî di çarîka yekem ji sala 2016an de, amade ye alîkariyê radestî 1.7 Milyon kes bike, li Herêmên gihaştina wan dijwar e.
Netewên Yekbûyî texmîn dike ko dora 500 hezar kes di bin dorpêçê de hene, ji 4.6 Milyon kes li herêmên gihaştina wan dijwar e. Lê Rêkxistina Navdewletî bihêvî ye ko peymana rawestandina Operasiyonên dijayetiyê ya ko roja înê bi şev dest pê kir, dawiyê li dorpêça 15 herêmên dorpêçkirî bîne.
Elhilû got ku rawestandina Operasiyonên dijayetiyê, çaktirîn derfet e bo miletê Sûrî di her pênc salên dawî de, da ko aştî û aramiya herdemî bidest bixin.
Lê belê bê hebûna operasiyoneke siyasî ya rastyeqîne, û çareseriyeke siyasî, rawestandina operasiyonên kuştinê û gihandina alîkariyan ne besin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî.
Netewên Yekbûyî bi hêvî ye ko alîkariyan roja Duşembê bigihîne Mu’edemiyê, û roja Çarşembê bigihîne çar bajaran: Zebedan, Kefreya, Fo’a û Meddaya, û roja Înê ji bo Kefer Betna.
Lê belê Dêra zorê Herêma ko gelektirîn kes tê de dorpêçkirî ne, ku hejmara wan dora 200 hezar kesî ye, û ev Herêm ne di Peymanê de ne çimkî di bin destê DAIŞ de ne û Peymana agirbestê wan li xwe nagire .
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê doz li Netewên Yekbûyî kir, da vekolînê di destdanîna hêzên Esed li ser alîkariyên ko ji Dêra Zorê re avêtine bike.
Nûnerê Hevbendiyê di Yekîtiya Ewropî de, Miwefeq Nêrebiyê got: raportên hatine dibêjin ku ew alîkariyên bi ser Dêra zorê de ji aliyê Programa Xwarinê ya Cîhanî ve hatine avêtin, hêzên Esed dest danîne ser wan, û doz li Netewên Yekbûyî kir da vekolînê di evê mijarê de bike, û hişyarî ji bo carên dahatî da.
Jêder: Hevbendî+Acens