Rojnameya New York Times di raporteke xwe de, zindanên veşirtî yên rêjîmê aşkere kirin, ko çawa rêjîm bi bikaranîna hemû awayên êşkenceyê di hindirê zindanan de hevrikên xwe têk dibe.
Di raporta ko Ana Birnard li jêr navê ‘’ li hindirê zindanên êşkenceyê yên veşirtî li Sûriyê: Çawa Beşar Elesed hevrikên xwe têk dibe‘’amade kiriye, rojnameyê hevdîtin digel kesên rizgar bûne û girtiyên berê ko bi sedema beşdarbûna wan di xwepêşindanên aştiyane de hemû şêweyên êşkenceyê dîtine, kirine.
Li ser riswakirina ko girtî di zindanên rêjîmê de dibînin, rojnameyê anî ziman ko efserekî ji bo kêfxweşiya xwe ferman li girtiyan kiriye ko haweyê dengê kûçik, ker û pisîkan bikin, û yên ko nekirine ew êşkence kirine.
Rojnameyê gotina girtiyekî guhastiye, navê wî Mihemed Xebaş e, desthilata ewlehiyê ew girtibû, bi sedema beşdarbûna di xwepêşindanên aştiyane de li Helebê. Wî di heyvekê de 19 girtiyên bi êşkenceyê hatine kuştin serjimar kirine.
Rojnameyê anî ziman ko hêzên rêjîmê yên leşkerî bi hevkariya hevalbendên xwe, bi dehhezaran hevrik girtine û ew avêtine zindanan, ew êşkence kirine û kuştine, û li dora 14000 girtî bi êşkenceyê hatine kuştin û 128 hezar veşartî ne, li gora ko di raportên toreya Sûriyê ya mafên mirovan de hatiye.
Rojnameyê got ku wê seranserî salên berê hevdîtin li gel kesên ji zindanan hatine rizgarkirin pêk anîne, û gelek bîrdoz û belgeh bidest xistine, û bi sedan ji rûpelên dîdevaniya dîdevanan yên ko ji rêkxistinên mafên mirovan re hatine pêşkêşkirin dîtine, û dikarîbû nexşeyekê ji sîstema zindanên rêjîmê re ji destpêka şoreşê ve heta niha çêbike.
Rojnameyê di raporta xwe de bal kişandiye ser ko vekolînerên kar li gel ‘’nûnerîtiya dadwerî û lêpirsîna navdewletî ‘’ dikin, gotin ku bîrdozin desthilatê hene têde berpirsên desthilatê fermana serkutkirinê dane û kuştina girtiyan gengeşe kirine, û hin ji wan berpirsiyaran endamên navendî yên birêveberiya qeyranê ne ko ew raserast bi Beşar ve girêdayî ne.
Rojnameyê got ku dîdevaniya kesên rizgarbûne wek tiştê ko di bîrdozên berpirsiyaran de hatiye, û wêneyên ko ji hindirê zindanan derketine, tekez dikin ko sîstema zindanê parek ji bizavên Esed e ji bo rikberên sivîl têk bide, û berê wan bide şerekî çekdarî ku nikarin têde biser bikevin.
Rojnameyê destnîşan kir ku tev ko berpirsiyarên Elman û Firensî bîrdozên girtinê bo girtina berpirsiyarên ewlehiya netewî Elî Memlûk û Cemîl Hesen birêveberê ewlehiya asmanî derxistine, lê hêj Esed û ceneralên wî di desthilatê de ne, û hêzên Rûsî û vîtoya Rûsî li encûmena ewlehiyê wan diparêzin.
Dîdevaniya kesên ji zindanên rêjîmê rizgar bûne, tekez dikin ko dema veguhastina di navbera zindan de , jin û zarokên kêmî 15 salan tûşî zorbaziya seksê bûne, li 20 şaxên ewlehiyê, li gor axaftina jineke rizgarbûyî ko temenê wê 23 sal in di raportê de hatiye, ku çawa zorbaziya seksê ya li pey hev ji layê vekolînerê şaxa ewlehiya Hemayê lê bûye, bi behnaya ko alîkariya xwepêşinderan kiriye.
Rojname dibîne ko sîstema zindanê di serdema Beşar Elesed de, ji ya bavê wî Hafiz Elesd berfirehtir bûye, dema leşkerên bavê wî sala 1982 hevrikên xwe li Hemayê, ya piraniya wê wêran kirine, bi hezaran kesên islamî û çep bi bêserûberî girtin.
Berê jî “Navenda Sûrî ya Dadwerî û Lêpirsînê” di destpêka heyva nîsana bûrî de tunûtûjiya seksî li Sûriyê di raporteke xwe de eşkere kiribû, di riya rewşên çend jinên rizgarbibûn re, ku di dema zindana xwe de tûşî tundûtûjiya seksî bibûn,.
Rêkxistinên mafnasiyê tekez kirine ko jin û zarok û zilamên Sûrî ji destpêka şoreşê ve di zindanên rêjîmê de tûşî tunûtûjiya seksî dibin, û belgekirina hejmara durist ya binpêkirinan dijwar e.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî