Nexweşxana Elheyat li taxa Qabûn ya bajarê Şamê ji xizmetê derket, ji encama armanckirina wê bi mûşekan ji aliyê hêzên rêjîmê ve.
Xalid Ebû Welîd endamê nivîsgeha ragihandin û belgehkirinê li nexweşxanê got ko hêzên rêjîmê bi mûşekên zemîn-zemînê ji cûreyê Fîl ji rêbendên derdora herêmê nexweşxane armanc kirine, di encamê de ji xizmetê derket. Ebû Welîd got birîndarên hindirê nexweşxanê birin cihekî din ji bo berdewamkirina dermankirina wan.
Ebû Welîd got ko nexweşxanê xizmeta taxa Tişrîn û beşek ji taxa Berzê û bajarê Heresta li gundewarê Şamê dikir, û beşên ambulans, çavan, klînîk û beşê jinan û yê zanê jî têde hebûn, û di armanckirina nexweşxanê de du sivîl hatin kuştin û hinên din birîndar bûn.
Di heman mijarê de Encûmena xwecihî ya taxa Tişrîn li Şamê roja çarşembê ragihand ko tax ber bi wêraniyê ve ye bi sedema kampanya bombebarana rêbazkirî ku ji hefteyekê de tête kirin.
Encûmenê di daxuyaniyekê de got: “hêzên rêjîmê bi piştgiriya milîtanên Îranî û hêzên Rûsî “dest bi kampanya bombebaranê li ser taxên niştecihan kirin, ko bi rêjeya 20 mûşekên zemîn zemînê û bi dehan guleyên giran rojane bombebaran dibin.
Daxuyaniya Encûmenê bêtir got ko armanca rêjîmê ji kampanya wê ew e”guherîna herêmê ya dîmugrafî û koçkirina niştecihan bi kotekî” Di encamê de bi dehan xelk hatine kuştin û birîndar bûne û wêraniyeke mezin di avahiyan de çêbûye. Encûmenê di daxuyaniya xwe de got niştecihên taxê li dora 35hezar kes in piraniya wan derbiderên ko ji Xûta rojhilat hatine.
Encûmena parêzgeha Şamê ya azad di nîveka vê sibatê de daxwaz ji aliyên têkildar û rêkxistinên navdewletî kir ko nehêlin rêjîma Esed û milîtanên hevalbendên wê amancên xwe di valakirina herêmên dorpêçkirî ji niştecihên wan li Şamê û gundewarê wê yê başûr pêkbînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Smart