Desteya siyasî ya kampa Elrikban di daxuyaniyekê de duhî sêşembê daxwaz ji dewletên ko dê di rojên dahatî de li paytexta Urdinê Eman digel Rûsya bicivin kirin, ku rê nedin Rûsya û rêjîmê û nehêlin ew tenê biryarê bidin derbarê çarenivîsa niştecihên kampê.
Desteyê di daxuyaniya xwe de bang li Waşinton û Yekîtiya Ewropî kir tako ji bo parastina xelkê kampê têwerdanê bikin û nehêlin ew bibin nêçîreke hêsan ji rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya re, û daxuyaniyê got ku giring e nehêlin hêzên rêjîmê û Rûsya xwarin û derman wekû çek bikar bînin, û pê fişarê bidine ser xelkê kampê da ber bi herêmên kontrola rêjîmê ve derkevin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ko piraniya xelkên kampê hewildanên lihevkirinê bi rêjîma Esed re ji bo li herêmên kontrola wê vegerin red dikin, çimkî xelk ji girtin û veşartina kotekî ditirsin, di heman dema hebûna milîtanên Îranî li piraniya bajarokên gundewarê Humsê yê rojhelat.
Desteya siyasî ya kampê bêtir got ko ew nûnerîtiya bêtirîn dengên kampê dike, û daxwaz dike ku xelkên kampê radestî rêjîmê nekin û çareseriyan bibînin ji bo xelkên kampê ber bi bakurê Sûrî yê azad ve bibin, an bihêlin samanên xwarinê û sotemeniyê bo kampê derbas bibin.
Desteyê daxwaz kir ko bihêlin xelkên kampê xwe bi xwe çarenivîsa xwe plan bikin, û kar bête kirin ji bo ewlehiyê û parastina pêdivî peyda bikin, di rêya derketina wan ber bi bakurê rizgarkirî an vegera wan bo gundên wan bê ko têkevin ber tolhildanê.
Berî çend rojan dora dused malbatî ji kampa Elrikban ber bi herêmên kontrola rêjîmê li gora lihevkirineke Rûsî çûne.
Tête destnîşankirin ko rewşa xerab ya kampê xelk neçar kirine ko derkevin, ji ber birçîbûnê an ji ber rewşa tendiristî ya xerab ya zarokên wan, di heman çaxî de piraniya sivîlên kmpê, ên hejmara wan dora 60 hezarî ye, gotin ku ew naxwazin ber bi herêmên kontrola rêjîmê de biçin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî