Tîmên Berevaniya Sivîl ya Sûriyê berdewam in di rahênanên taybet yên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de li deverên bakurê Sûriyê, piştî ragihandina haştaga (kampên bakurê Sûriyê di bin avê de mane), piştî şapa li bisedên kampên deşta Idlibê û Helebê daye.
Berevaniya Sivîl tekez kir ku di demeke kurt de wê karîbû zêdetir ji 90 malabatî rizgar bike, piştî banga ji bo alîkariya awarte ji bo koçberên me yên li kampan, yên ji zordariya rejîma Esed reviyane, û ketine di dava lehiyan û koçberkirina berdewam de.
Û navenda El-Mi’era ya mediyayî, li ser malpera xwe ya “Facebook” ragihand ku ziyan gihiştiye zêdetir ji 6,500 malbatên li kampên deşta Idlibê dijîn, ji encama şap û lehiyên li roja 25 vê mehê.
Herwisa çalakvanên deverê jî diyar kirin ku nêzîkî 8,000 kon li bakurê Sûriyê, bi taybetî li deşta Heleb û Idlibê yên li ser sînorê Sûrî-Tirkî, yekser rastî ziyanan hatine ji encama lehiyên boş.
Û hejmareke mezin ji niştecîhên van kampan, li roja sêşemê, bang li hemû rêxistinên navnetewî û nenavnetewî kirin, ji bo pêşkêşkirina destê alîkariyê û parastina bi hezaran zarokên bê cih û war.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê jî, bang li Netewên Yekbûyî û rêxistinên arîkariya navnetewî kir, ji bo rizgarkirina bidehezaran koçberên li kampên bakurê Sûriyê ji ba û bagerên baranê yên di van herdu rojên borî de.
Bakurê Sûriyê, bi taybetî jî Idlib û deşta bakurê Helebê, bi tenê bûne cihê qesta koçberên bi darê zordariya rejîma Esad, û li gor îstatîstîkên “Tîma Hevrêzkirina Bersivdanê li Bakurê Sûriyê”, nêzîkî 1039 kampan li deverê hene, û di nav de 133 kampên bêseruber.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê