Nivîsgeha Yasayî ya Encumena Niştimanî Kurdî, daxuyaniyek derxist tê de tiştê ku şaxê Garantiyên Civakî yê li parêzgeha Hesekê yê bi rejîmê ve girêdayî ye derbarê betalkirina wekaletên li rex Nivîserê Yasayî hatine çêkirin derxist. Û ji karmendên muteqa’id xwest ku wekaletin nû her şeş mehan ji wekîlên xwe re çê bikin, ta karibin mûçeyên şwînakrên xwe wergirin, ku ev yek derfetê li pêş rejîmê vedike bo destdanîna li ser destkeftiyên muteqaidan û bexşanên wan, jibilî sînorderbaskirina van fermangehan ji karê fermangehên nivîserê dadwer re ku betalkirina wekalatan û karpênekirina wan ji wan tê xwestin.
Nivîsgeha yasayî di Encumenê de diyar kir ku ew sînorderbaskirin wek tiştê ku desthilatiya mecbûrî ya (PYD) dinexşîne, ji hêla destdanîna li ser samanên welatiyên koçber bi behaneya birêvebirî û parastina wan, tevlî ku wekîlên yasayî û xizmên xwediyên van samanan hene. Ew mafê milkedariyê û azadiya karpêkirinê binpê dike.
Nivîsgeha yasayî di Encumena Niştimanî Kurdî de ev kiryar û pêrabûnên nerewa ku ji hêla herdu desthilatan ve derçûne, ku armanca wan kesên muteqaid ji keda salan mehrûm bikin, û dest deynin ser samanên wan yên veguhêz bi şêweyek dijî yasayê, herweha welatiyan ji mafê milkedariyê ku li gor hemû yasa û peyman û belgeyên navdewletî parastî ye mehrûm bike şermezar kirin, û ji her du desthilatan xwest ku dest ji van kiryarên ku mafên mirov yên sereke binpê dikin berdin.
jêder: Hevbendî