Komek nivîskar û rewşenbîrên Ereb lidarxistina civîna nivîsgeha Yekîtiya giştî ya wêjevan û nivîskarên Ereb ya roleyî li Şamê bi çavdêriya rêjîma Beşar Elesed red kirin, piştî heft salan ji necivîna wan.
Daxuyaniya ko ji hêla bêtir ji 150 nivîskaran derketiye, dibîne ko ev civîn sernixûziyeke bi rêjîmê re û nayê pejirandin, ew rêjîma ko ev heft sal in xwîna bêgunehan li Sûriyê dirêje û avahiyên wan xerab dike, û welat ber bi tundûtûjiyê û bêserûberiyên de dibe.
Yên imze kirine dibînin ku‘’civîna li Şamê nîşana têkçûna nivîskarê Ereb e, û mixabin; newêrekî û sextebûna hişmendiya wî diyar dike, hem jî têkçûna namegihandina wî ya rexnekirina rêjîmên zordest e, û dijî piştgiriya miletên bindest û kêşeyên wan yên daddar. ‘’
Daxuyaniyê got: kombûna civîngeran li Şamê tê wateya piştgiriya kujer û devjêberdana qurbaniyan , û ev cihê mixabiniyê ye û serê mirov ji ber xûz dibe.
Her weha ‘’ kombenda nivîskarên Sûrî ‘’, civandina nivîskarên Ereb li Şamê wek şermezariyeke bêhempa dît, û got: komkirineke şermî û sernixûzî û lawaziya ramanî ye, di hin kesan de ko gerek parastî û dijberî van salixan bin, û divabû ew yekîtî nûnerîtiya çanda Erebî bikin, ne ya rêjîman.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinî ya Hevbendiya Niştimanî/Elşerq Elewset