Nûneriya ENKSê ya li Herêma kurdistanê li êvariya îro roja pêncşemê 09/03/2017 kongirekî rojnamevanî lidar xist ji bo şirovekirin û kirêtkirina binpêkirinên “PYD”ê yên li dijî nivîsîngeh û endamên partiyên ENKSê ji şewtandin û talankirina nivîsîngehan û revandin û girtina endam û serkirdayetiyên ENKSê.
Berêz Xalid Elî serokê nûnertiya ENKSê ji ragihandinê re diyar kir ku partiya “PYD”ê ne partiyek kurdî ye û hîç tiştek girêdayî bi gelê kurd û doza wê netewî di pirogramê wê de nine, û ew partiyek ser bi PKKê ve ye…û tekez kir ku terorkirin û kuştin û komkujî li navçeyên kurdî li Sûriyê li ser destê wê hatine pêkanîn ji wan komkujiya Birc avdalo û Til Xizal û Amûdê.
Û got ku wê hevpeymanî her ji destpêka şoreşê ligel rijêma Sûriyê ya tawankar girêdaye ji bo vemirandina şoreşa Sûriyê û bidawîkirina her hêzeka azadîxwaz û çekên Rijêmê bi dest wê ye ji bo valakirina navçeyên kurdan ji gelê kurd û herwiha ku tişta PYDê anî bi serê kurdan rijêma Sûriyê bi dirêjahiya salan nekiriye.
Xalid Elî derbarê kiryarên PYDê yên li vê dawiyê li dijî partiyên ENKSê got ku “ev partî têkşikest û hîç tişet li ser astê siyasî yên navdewletî bidest nexist, tevlî pêşkêşkirina gelek qurbaniyan li ser qadê, berovajî ENKSê ku tevî gavên wê yên ligor wê ne jî, lê kariye hebûna xwe li sercem civînên navdewletî de bi çespîne û herwiha ji aliyê Wîlayetên Amerîka Yên Yekgirtî hat pêşwazîkirin û ligel Amerîka behsa gelek mijarên giring kiriye.
Serokê nûnertiyê got: ku encûmenê pêwendiyên siyasî ligel hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û dewletên cîran hene, û hebûna pêşmerge wek hêzeka leşkerî ya girêdayî ENKSê û nêzîkbûna pêşmerge li ser sînorê Sûriyê tirsek mezin xistiye di nav PYDê de.
Û tekez kir ku ENKSê wê bi hemû şiyanên xwe kar bike ji bo kirêtkirina şêwaz û riftarên PYDê li pêşiya raya giştî ya cîhanê û nêvdewletî û li ser dezgehên ragihandinê yên tên dîtin û guhdarîkirin û li pêşiya partiyên kurdistanê.
Li dawiyê serokê nûnertiya herêmê daxwaza sebr û hadariyê ji gelê kurd kir, û ji bo xwe dûr bikin ji şerekî kurdî ku PKK hewl dide berê milet bide wê, ji ber ku PKKê hîç pirojeyekî netewî nîne û tiştek nîne jidest bide, û herwiha bang li kesukarên şehîdan kir ku wan û xwîna keç û zarokên wan bikar neyin jo bo êrîşên li ser nivîsîgeh û xwepêşandanên ENKSê.
Hêjayê gotinê ye ku PYDê her ji bûyerên Xanesorê tûşî hêstiriya bûye û bi hilmetên êrîşan û şewtandin û talankirina baregehên partiyên ENKSê radibe, û nivîs û siloganên xiyanetkarî li ser dîwaran datîne, û ala kurdistanê dişewitîne, û girtin û revandina endam û serkirdeyên ENKS kiriye kar ji xwe re, ku hejmara girtiyan bûye zêdetir ji 62 kesan, û şewtandin û şikandina kelupelên nêzîkî 13 nivîsîngehan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî -Beşê kurdî