NY ragihand ku zêdetir 212 hezar sivîl ji Idlibê di heyamê kêmtir ji heyvekî de koçber bûne, bi sedema zêdebûna êrîşên hêzên Esed û milîsên Îranê bi piştgiriya firokên Rûsiya li ser Idlibê û gundewarê wê.
Nivîsîngeha NY ya hemahengiya karubarên mirovî, duhî roja sêşemê, raportek belav kiriye û têde hejmara 212.140 kesên derbiderbûyî di navbera 15 heyva çilê pêşî ya borî û 16 heyva çilê paşî ya niha de hatiye diyarkirin.
Nivîsîngeha navnetewî reva 6700 xêzanî ji navçeyên şoreşgeran ber bi navçeyên hêzên Rijêmê tekez kiriye, û bal kişandiye ku niha 2.5 milyon kes li parêzgeha Idlibê dijîn, 1.1 milyon ji wan koçber in.
Raportê diyar kiriye ku rêjeya mezin ya koçberan ber bi gundê Dana bû yê li parêzgeha Idlibê ku hejmara wan gihiştiye 58338 koçberî, û bal kişandiye ku hejmarek mezin ji sivîlan ber bi herdu parêzgehên nêzîk, ber bi Helebê û Hemayê koçber bûne.
Raportê gotiye ku nexweşxaneyên navçeyê bi sedema zêdebûna şer û bombebaranê jikar ketine, û niha hîç xizmetgozariyên pizîşkî pêşkêş nabin, bi sedema ku navendên pizîşkî yên mayîn nikarin xizmetê bikin bi sedema nebûna amor û pêdewastiyên pizîşkî.
Raportê bal kişandiye ku “navendên pizîşkî nikarin xizmetê pêşkêş bikin bi sedema zêdebûna nesaxan ji encamê pêla koçberiya dawiyê”, û di raportê hatiye ku ” kêmbûna pilên germê û nebûna penagehan bûne hokarê zêdebûna têkçûna rewşa saxlemiya koçberan û nexweşiyên sirusermayê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Elcezîre