Duh li roja pêncşemê di preskonferansê de ku ji hêla Yekîtiya Medyakarên Heleb û gundewarê wê ve hate organîzekirin ji bo gengeşekirina rewşa li Idlibê di bin navê “Idlib di nava agir de ye”. Ajansa Parastina Sivîl ya Sûrî tekez kir ku rojane nêzî 3 milyon sivîl li parêzgeha Idlibê rastî tawanan tên ji hêla balafirên Rûsya û rejîma Esed ve.
Raid Salih, rêveberê ajansa parastina sivîl got ku “tişta Rûsya dike ji dema destwerdana wê di Sûriyê de ji dawiya sala 2015’an ve, ji bo piştgiriya rejîma Esed, ne bi tenê ji bo pêkanîna tawanan e, lê herweha ji bo gomanê bêxe li ser her tişteke girêdayî bi rastîyê ve”.
Salih diyar kir ku tenê li ldlibê “835 sivîl ji 26ê nîsanê û heta niha hatine kuştin, di nav de 201 zarok jî hene”, û got ku “tişta me weke parastina sivîl tore dike ku ew ne tenê hejmar in,… ew kes in, tu li ser 201 projeyên avakirina Sûriya paşerojê diaxive. Tu behsa jin, mêr û malbatên zarokên xwe jidest dane dike, ew felaketek e”.
Saleh bal kişand li ser kêmbûna asta guhdana medyaya navnetewî bi doza Sûrî, û got: “Heger hejmara şehîdên sivîl kêmî 40î be; medya navdewletî behs nake”, û anî ziman ku nûçeyên Sûriyê hergav di rêza 4 yan jî 5ê de ne, berovajî berî destwerdana Rûsyayê.
Nûnerê rêveberiya tenduristiyê li Idlibê, Dr. Mustafa Al-Aido, di preskonferans de got ku mebest ji konferansê ew e, qebarê tawankariya ji hêla Rûsya û rejima Esed ve li dijî gelê me yê sivîl û saziyên medenî dibe eşkere bikin, wek: navendên perwerdehî, nexweşxane û navendên tenduristiyê, û vî dengî bigehînin civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl û Encumena Ewlekariyê.
Şêwirmendê Yekîtiya Medyakarên Heleb û gundewarê wê “Ismail Alric”, got ku ev preskonferans weke gavek pêşkeftî tê ji bo gihandina peyama rasteqîn ji civaka navdewletî re, dûr ji hewildanên berdewam yên sextekirinê ji hêla Rûsya ve.
Û preskonferans hevdem hat ligel daxwaziya du-sê endamên Encûmena Ewlekariya Netewên Yekgirtî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî , ji bo vekirina vekolînekê derbarê rasthatina navendên bijîjkî yên bi piştgiriya Netewên Yekbûyî li Sûryê ji êrişên ji aliyê hevpeymanên rejîmê û Rûsyayê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî