Bajar û bajarokên navçeya başûr rastî pêleke koçberiya sivîlan a berfireh hat, û bergiriya sivîl ragihand ku nêzî 10 kesan şehîd ketine û birîndar bûne, bi sedema zêdegaviyên leşkerî yên hêzên rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê û bi alîkariya firokên Rûsiya.
Ku duhî 300 malbatî ji bajarê “Elherak” bar kir, ji tirsa oparesyonên leşkerî, piştî şehîdbûna jinekê û hin sivîlan li rex sînorê Urdinê û gundên sînorî, û çalakvanan diyar kir ku 200 malbatî ji bajarê “Elhara” ber bi navçeyên aram yên li parêzgeha Qonêtira bar kir.
Hevdem ku ji aliyê hêzên Esed rê li pêşiya sivîlên ku ji bombebaranê û kiryarên leşkerî baz didin têne girtin, tevlî girtina rêbuhêrkan û nehêlana derbaskirina kelupelan, zêdebarî şandina alavên leşkerî, û NY nîgeraniya li hember vê yekê nîşan da, û daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst ji bo parastina sivîlan û azadiya çûn û hatina wan kir.
Berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stephen Dugrick, di kongirekî rojnamevanî de li baregeha NY li Niyoyork, got: ” Ofîsa hemahengiya karûbarên mirovî hest bi nîgeraniyê dike, derbarê raportên tên li ser zêdebûna tundutîjiyê li parêzgeha Der’a li başûrê sûriyê, ku jiyana bi sedên malbatan têxe bin metirsiyê”.
Li ser malperên Internetê ji aliyê çalakvanan ve vîdo û wêneyên bombebarankirina bajar û bajorokên Der’a ji aliyê firokên rijêmê û firokên şer yên Rûsiya û tevî topbarankirina navçeyê bi rokêtên tank û topan hatine belavkirin.
Herwiha bergiriya sivîl mirina karmendekî xwe yê ji gundê “Misîkê” ji encama êrîşeke firokên şer li dema ku bi erkê xwe yê ji bo rihakirina sivîlan ji cihê bûyerê radibû ragihand.
Zêdebarî vê yekê rijêma Esed milîsên “Eldifa’h Elwetenî” yên li Siwêda ji bo bombebarankirina taxên Der’ayê bikar tîne, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku rijêm hewla çêkirina fitnê di navbera xelkê Siwêda û Der’ayê de dide, ji bo peydakirina şerekî mezhebî û navxweyî û veşartina tawanên xwe yên li dijî sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî