Çalkvanên bajarê Efrînê tekez kirin ku rewşa penaberên Kurd li kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê yên li derdora bajarê Helebê pir dijwar e, ji ber tinebûna pêdîviyên jiyanê, û bal kişandin ku xelk dixwezin vegerin ser mal û milkên xwe.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku bi hezaran malbat di jiyaneke herî dijwar de dijîn li kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê ji ber tinebûna pêdîviyan, û belavbûna nexweşiyan û got ku gelek nexweşî li nav peneberan belav bûne û derman tune ne û bi taybet dermanê nexweşiya Kezebê”.
Her weha Zeyno dibêje ku rewşa penaberên Kurd li kampên PYDê xirab e û nameze zivistan tê .
Zeyno bal kişand ku armanca PYDê ji komkirina xelkê di kampan de û rê nedana vegera wan bo Efrînê, ji bo bikaranîna wane wek pelekê ji xwere di pêşerojê de , her wiha xortên 12-14 salî leşker bike di hêzên xwe de.
Zeyno tekez kir ku piraniya penaberên Kurd li kampên PYDê dixwezin vegerin Efrîn û Helebê lê çekdarên Esed û PYDê rê nadin wan.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê