Sûriyên li kampa (Xar Menlî) ya li bulgaristanê, roja duşembê 26/1/2015 xwepêşandaneke mezin li dar xistin ji bo pirotestokirina kiryarên çeteyên regezperestên (Ser Gurûz)yên Bulgar, yên ku êrîşî penaberên sûrî kirin û tundûtûjî dijî wan pêk anîn.
Derbarî daxwazên xwepêşandêran û armanca xwepêşandanê , D.Behzad Sîno wek yekî ji komîta li kampê hat çêkirin û yek ji yên daxwaza li darxistina xwepêşandanê kiribûn, di dîdarekê de bi nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê re da zanîn ku , derketina wan ya wê xwepêşandanê ji bo piştgiriya penaberên kampa Sofyayê ye , piştî êrîşa dijî penaberan li wê derê ji aliyê çeteyên regezperestên Bulgar ku berî demekê hatibû kirin , ya ku di encamê de hin penaber hatin birîndarkirin , û ew xwepêşandan bersivek bû ji bo derbirîna nerazîbûna xwe li ser denûstandina desthilatên Bulgar bi penaberan re û ew riftar bi karê dûr ji mirovahiyê anî ziman.
Sîno destnîşan kir ku desthilata Bulgaristanê ta niha, ti biryarên cihê rêzgirtinê derbarê êrîşên ser penaberan nedane.
Û weha berdewam kir: roja sêşembê soza dîdarekê di nav me û parêzerê bajêr de hebû, lê ew hevdîtin hat paşxistin ji aliyê rayedarên desthilatê ve, û amaje kir ku ti hêviyên wî di wê hevdîtinê de nîn in.
û da zanîn ku ew kampa destnîşankirî mezintirîn kampên Yekîtiya Oropa ye, ji lewra dibe ku pirsgirêkên wê kampê ji yên din yên li Bulgaristanê pirtir bin.
Û derbarê metirsiyên rojane yên li kampê Behzad got ku ew û tevaya hevalên xwe yên li kampê nobedariya rojane dikin ji ber metirsî hîn lidar e.
Jêder:Hevbendî