Di encama pênc teqînên xwekuj de hejmarek mezin ji birîndar û kuştiyan li devera Ebû Fas li gindewarê bajarê Hesekê êvara roja Pêncşemê 12-10-2017 ketin.
Teqîn bi riya otombêlên bumbekirî çêbûn, van otombêlan kombûnek penaberên parêzgeha Dêra Zorê li devera Ebû Fas aramanc kirin û hejmareke mezin ji kesên sivîl hatin kuştin li gor ku peyamnêrê me ragihand.
Qurbanî ji bo nexweşxaneyên Niştimanî û Hikmê li bajarê Hesekê hatin veguhestin, û hin birîndarên ku rewşa wan di metirsiyê de bû ji bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhestin.
Jêdereke ji nexweşxaneya Niştimanî li Hesekê ji malpera me re ragihand ku hejmareke mezin ji kuştî û birîndaran di van teqînan de hene, lê ta vê gavê tu amarên rast û fermî tunene û rewşa piraniya wan ne baş e û dibe ku hejmara kuştiya bilind bibe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî