Duhî Desteya Giştî ya Werziş û Gêncan pêşbirkeka werzeşî li Helebê sazkir, ji Taxa Bistan Elqesir heta gorepana Elkelasê di nîvê bajêr de ya tûşî êrîşên firokên Esed dibe. di pêşbirka” Şehîdên Elnehir”de çendîn kartêkerên şoreşgerî û hejmarek ji ciwanan pişkdarî kirin, û ew pêşbirk bi serkeftina Ehmed Sibhî di pileya yekê de bidawî hat. Bi vê çendê serokê Rêvebiriya Werziş û Gêncan di wezareta rewşenbîrî ya Hikûmeta demkî de got:” Armanca pêkanîna pêşbirka Maratona (Şehîdên Elnehir) di vê demê de li Helebê ew e, da em ji cîhanê re bidin zanîn ku em miletek ji jiyanê hez dikin û xweregiriyê li hember jiyana zehmet dikin”, û da xuyakirin :” ku werziş rewişt û piransîban û hezkirina Hevkariyê di komelgeha Sûrî de geş dike “. hêjayî gotinê ye ku navê pêşbirkê ji bo vejandina bîranîna 220 girtiyan hatiye, yên ku di girtîgehên Esed de dibin eşkencê de hatine şehîd kirin û paşî termên wan avêtin li nav ava rûbarê Qiwêq li Helebê di destpêka sala niha de û paşî hat naskirin bi komelkujiya Elnehr.
Jêder: Hevbendî+ Hikûmeta demkî