Hêzên ewlehiya rêjîma Esed xaniyê hunermenda sûrî Mey Sikaf yê li Cermana li nêzîkî Şamê dagîr kir, û yek ji peyayê wê hêzê destdanî li ser şiqa wê piştî şikandin û guhertina kilîta dergehê şiqê, û ji xwe û ji xêzana xwe re bikar tîne, û ev çende hat li ser helwesta Mey Sikaf ya li dijî rêjîma Esed û beşdariya wê di xwepêşandan û giravên li dijî rêjîmê de, ku neçar bû ji Sûriyê derkeve piştî ku dezgehên asayîşa rêjîmê xwestin-nameyek ewlekarî li dijî wê tomar kirin, û ew şandin cêgiriya dadgeha terorê ku hat şandin bo dadwerê lêkolînê bo dadgehkirina wê bi tawanbariya pêwendiyê bi kanaleka esmanî re û belavkirina nûçeyên derew. Herwiha ku di nîva heyva bûrî de Wezîra ragihandina rêjîmê biryarek derxist bi jikarxistina 101 kermendên desteya giştiya êzgeh û televizyonê, bi sedema alîgiriya wan bi “peyvê” bi şoreşa gelê Sûriyê re, ku biryarê çendîn kes yên taybetmend di desteya giştî de bi xwe ve girtin, hin ji wan peyamnêr û rojnamevan û nivîskar û derhiner û wêngir û karmend û karger bûn, ne tenê ku ji karê xwe hatin derkirin herwiha rêjîmê bi mebest ew ji her derfeteka kar ya din di hindur saziyên fermî de bêpar kirin, û navên wan li ser hemû saziyên rêjîmê hatin belav kirin, bo qedexekirina têkiliyan bi wan re û her pêwendiyek bi wan re xwediyê xwe dide ber sizakirinê, û herwiha pilêta karmendiyê (nasnameya kar) ya ji aliyê desteya giştiya êzgeh û telviziyonê ji wan hat sitandin, ku sendîkeya hunermendên sûrî lîsteyek reş derxist bi navê 30 hunermendên Sûrî, di nav wan de hunermend Cemal Silêman û Meksîm Xelîl û Ebdilkerîm Qitêfan û Mazin Elnatûr , bi doza “bedkariya derbarî simbolên niştimanî”. Ku Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê di wê demê de ev jikarxistin bi neyasayî salix da û têde hat ku:” ev biryar ne rewa û nejî yasayî ne, û aliyê ev biyar derxistî heman alî ye yê xwîna Sûriyan dirjîne û bermîlan tavêje bi ser wan de. û baweriya Hevbendiya Niştimanî bi kur û keçên gelê Sûriyê mezine, nemaze bi wan hunermendên alîgirên gel yên ku reseniniya xwe pê diyar kirin, û em vê çendê ji hemû sûriyên bi rûmet niyaz dikin”. Herwiha Hevbendiyê tekeziya xwe nû kir li ser ” ku serkefina şoreşê girêdayî ye bi hevkariya tevahî ji bona azadî û rûmetiya Sûriyê, her kesekî afrandyar be di karê xwe de û beşdariyê li gor pîşeyê xwe bike”.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye