Wezareta perwerdeyê ya desthilata Sûrî ya demkî di daxuyaniyeke xwe de armanckirina hêzên Esed bajarê Circinaz li Idlibê çaxê derketina zarokan pirotesto kir, di encama bombebaranê de çend zarok hatin kuştin û hin birîndar bûn.
Wezareta perwerdeyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko ew rêkxistinên navdewletî bi taybetî rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zaroktiyê Unisef dide ber berpirsiyariyên wan der barê tiştên ku dibin, daxwaz ji desthilata Tirkiyê kir ko herêmên kêmkirina şerî biparêze ji bo jiyana sivîl û zarokan bête parastin tako bikaranîna mafên xwe yên fêrkirinê berdewam bikin.
Bo pirotestokirina komkujiya dibistana Circinaz, kadirên fêrkirinê yên dibistana bajarokê Hizre bakurê Idlibê û dibistana Elbare li gundewarê başûr duh yekşembê derketin rawestaneke pirotestokirinê.
Yên ku ew rawestan rêkxistin kirine gotin ku ew derketinên pirotestokirinê armanc ji wan ew in, ku zarok fêr bibin çawa yek dest bin û li ser amancên xwe sûr bin û xwe radestî astengiyên rêjîm û hevalbendên wê nekin.
Her weha diyar kirin ko ew di riya van rawestanan re nameyekê ji civaka navdewletî re rê dikin ko bi erk û berpirsiyariyên xwe beraber şagirt û sivîlan rabe, tekez kirin ko pirosêsa fêrkirinê dê berdewam be, tev ko rêjîm avahiyên zindîdar amanc dike.
Tête destnîşankirin ko hêzên rêjîmê di dema dawî de bi topbaran û mûşekan parêzgeha Idlibê amanc dike, û qyrbanî jî ji sivîlan ketine û avahî jî wêran bûne, rêjîm dixwaze jiyana sivîlan asteng bike, dema hêzên wê dezgehên giştî û yên fêrkirinê bi taybetî amanc dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî