Aboriya Rêjîma Elesed di paşketinek û kêmketinek berçav de ye, bi sedema berdewamiya cenga wî dijî miletê Sûriyê û kêmbûna Hinartinên derve piştî rawestana Kargehên Pîşesaziyê û kêmbûna dahatên geştûguzariyê bi şêweyekî pir balkêş.
Ravekarên Aborî dibînin ku Rêjîm dibe ku bi rêyên neyasayî hewl bide pereyan qezenc bike û şikestina xwe veşêre û ji nav evan rêyan Samanên bingehîn yên dewletê bide ber berhênanê an ji firotinê.
Dr. Imad Eldîn Elmisbih Mamosteyê Alîkar di Kolîca Aborî û Rêvebirinê de li Zankoya Elqesîm di hevdîtina digel Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî de got: Aboriya Sûrî di têkçûneke bêhempa de ye, û ewê hiştiye ko Dewleta Sûrî têkeve rêza Dewletên têkçûyî. Û ev bi sedema ko Rêjîm hemû karînên xwe xistine cenga dijî milet û berdewame jî, ji bo serketa li ser gelê xwe û sûr e ko Şoreşa gel têk bibe.
Elmisbih da xuyakirin: ko Rêjîmê hemû dahatên tirazûya diravî ya giştî ya dewletê xerçkirine û peyapey kêm dibin ji ber ku alavên berhemdanê têne rawestandin.
Rêjîmê êdî deyn pir kirine û deyn li ser Sûriyên dema ana û yên Paşerojê pir kirine, bê ko guh bide encamên vê deykirinê, çimkî paşeroja Sûriyê bi rengek nêz-tevayî ji hemû hêlên jiyanê ve ji bo deyndanê kiriye gerew. Dr Imad Eldîn tekez kir: Rêjîm di cenga xwe de,nekul e jêre ko Samanên Dewletê gerew bike, belê heta bi koçkên serokatiyê jî bifroşe Îran( ya ku bi fermî Sûrya dagîr kiriye û lê desthilatdar e) û hevalbenda xwe Rûsya .
Elmisbih dît ku: firoştina Samanên Dewletê û bi taybetî ji bo derve du dûrbîniyan hildigire a yekê simbolî ye bi Rûmeta Dewletê ve girêdayî ye û ya din Abûrî-Siyasî ye bi gerewkirina karîn û samanên dewletê ve ji bo deyndanê girêdayî ye, di paşerojê de dê bandora wê li ser şêweyê berhemdanê û kevaleya wê û pêkanîna pêdiviyan .
Û dest nîşan kir ku: ev kar dê bihêle ku di avakirina nû de hêzên berhênanê bên danîn bi şêweyê ku aborî û civaka Sûrî ji aliyê Îran ve kontrolkirî be.
Û ji bo rewaya babeta firotina samanan an gerewkirina wan Elmisbih got: Firoştina Saman û karînên dewletê an gerewkirina wan di dîroka Abûorî ya nûjen de çê nebûye. Hin dewletên Emerîka Latînî di salên heştêyan de bi serdema qeyrana deynên cihanî û hem jî di dawiya salên notan de çêbûye. Û li Dewletên Ewropî di salên dawî de Yewnan kir ko heta bi koçkên serokatiyê bifiroşe an gerew bike wek gerentî ji deynên xwe re, lê ev mijar pir kêm in çimkî metirsiyên wê hene.
Jêder:Hevbendî