Pisporê Abûrî yê Sûrî Husên Alemaş tekez kir: “Desthilata Rêjîma Alesed Diravan bê Piştivaniya diravî çap dike, ev kar Qeyrana Abûrî mezintir û rêjeya têkçûna lîreya sûrî mezintir dike, ko giha 250 – 300% ji dema Şoreşê dest pê kiriye heta nuha.”
Alemaş di hevdîtina Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê de got: “Çapkirina Diravan wekû teknîk di rewşên siruştî de ne arîşeye, û bi taybetî ji bo guherîna ew Diravên kevin bûne, lê çapkirina Diravan di rewşa Sûrî ya dema îro de bobelata Sûriyan mezintir dike, bi taybetî dema bêbawerî bi Abûriya Sûrî çêdibe, û tunebûna Diravên Biyanî wek yedek, û nehiştina jêderên siruştî ji wan re, çimkî berhemdan û Hawirdin û Hinartin rawestiyane, li welat Abûriya Çeteyan ew serdest e.”
Dr. Husên diyar kir ko: “Behaneyên Rêjîma Alesed bi hebûna Diravên Biyanî aşkere ne, tev ko jêderê nehênî Îran û Iraq in ew jî dikevin çarçuveya Leşkerî ne ya Aborî, jêderekî din jî heye ew jî Guhestina Diravî ji kesên Havî ber bi Herêmên Rizgarkirî an jî yên di bindestê Rêjîmê de , ewin yên ko gera diravî li Sûriyê dilivînin”
Û amje pê kir“Çapkirina Rêjîmê ji pereyan re Pêdana bi neşiyanî ye , diziya diravan e,amanc jê pêdariya bexşîş û bertîlên ko rijêm dixwaze bide beşekî karmendên Sûrî. ”
Herweha got: “Encama evê çapkirinê kêmkirina bêtir ji nirxê pereyan re ye, û hildana nirxê keresteyan e ”
Alemaş matmayî nebû ko amanc ji çapkirinê ew be:”Cûreyek ji cenga nehînî ye di navbera Desthilata Rêjîmê û yên li derveyî welat bi pereyên Sûrî danûstandina abûrî dikin, ji bo kêşandina berrê ji bin lîreya Sûrî ya di nav destan de û guherîna wê bi diravine nû.”
Herweha Alemaş dît: “Ji bo çapkirina diravan, Rêjîm çapxaneya Ewlekariya Dewletê ya ko li Kefer Sûsê bikar tîne, ne li çapxaneyên Rûsiya da fîşeka dilovaniyê berde Abûriya Sûriyê.”
Jêder: Hevbendî