Yekîneya Hevrêziya û Piştgiriyê û bi alîkariya nivîsgeha “Hawarçûna Hevgirtî ” û saziya ” Şitlên Raperînê” piştgiriya beşê ewlehiya xwarinê bi çar pirojeyên nû li Xûta Rojhilatî bidawî kir, bi armanca bihêzkirina siyaseta ” jiyana xwemali”, piştgiriya pirojeyên geşpêdanê, û şikandina siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê ku rejîma Esed pêk tîne.
Piroje dabeşdibûn di nav piştgiriya beşê çandiniyê, beşê samanê ajalan , û geşpêdana nîvçeyî. Nirxê giştî yê van pirojeyan 160 Hezar Dolarê Emirîkî derbas kir, û serkirdeyên vî pirojeyî kar kirine da ku li gor rewşên nexweş yên xelkên me yên li Xûta Rojhilatî yên dorpêçkirî ne be.
Ev piroje bi alîkariya hevparan û piştî şîrovekirina ketwarê civakî û jêderên liberdest, hatiye erêkirin. Di vê dawiyê de û tev li hewcedariya zêde li deverê berhemên vî pirojeyî pêdiviyên hindek ji welatiyan pêk tîne.
Du piroje bi alîkariya nivîsgeha “Hawarçûna Hevgirtî ” pêk hatin, yek ji wan li ser piştgiriya berhemên zivistanî ne û bi nirxê 90 Hezar Dolarê Emirîkî, ku li ser pîvanin çandiniyê derdora 55 donimî ye, berhemên ” Qernebît, Fûl, û Lehane” û bi buhayin erzan di dest welatiyan de peyda kirin.
Pirojeyê didwan piştgiriya samanê ajalan bû, bo bidestxistina şîr û berhemên wî, bi nirxê 47 Hezar Dolarê Emirîkî bû.
Herdu pirojeyên mayî bi alîkariya saziya ” Şitlên Raperînê ” bûn, yê pêşî bo amadekirina yek Ton ji bûjena “Kişkê” a xwarinê bû, bi nirxekî bêtir ji 6,500 Dolarê Emirîkî. Yê dî bo zuhakirina 13 Ton ên zêde ji hin sebzên havînî bo di zivistanê de werin xwarin û ew jî bi nirxê12,700 Dolarê Emirîkî bû.
Hêja ye gotinê ku ev operasyona piştgiriyê ne ya yekem e ji Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê li deverên rizgar bi giştî, û ne Xûta Rojhilatî bi taybet, berî niha 16 pirojeyin geşpêdanî li herdu Xûteyan bi nirxekî bêtir ji 700 Hezar Dolarê Emirîkî bi navê helmeta ” Piştgiriya Herdu Xûteyan .. Tev Li Dorpêçkirinê” pêk hatibû. Û berî wê jî 3 piroje li deverên Humsa dorpêçkirî bi nirxekî bêtir ji 140 Hezar Dolarê Emirîkî bi navê ” Piştgiriya Humsa Dorpêçkirî… Tev Li Dorpêçkirinê ” pêk hatibû. Jêder: Hevbendî