Çalakvanin gundewarê Idlibê gotin ku hêzên rêjîma Esed yên li bajarokê Elnêreb rojhilatî Idlibê reviyan, piştî katijmêrekê ji destpêkirina karê leşkerî yê Artêşa Niştimanî bi hevaltiya Artêşa Tirkiyê ji bo vegerandina deverên berî çend rojan jê kişiyabûn.
Û çalakvanan gotin ku îro pêncşemê, nîvro li gundewarê Heleb û Idlibê, şer li dijî hêzên rêjîma Esed û milîsên Iranî dest pê kir, û diyar kirin ku endamin ji Artêşa Niştimanî û artêşa Tirkiyê karîbûn du balefirên agahîxwaz bixînin, yek jê Rûsî bû, herweha karîbûn çend tang û alavên leşkerî yên rêjîmê têkbibin.
Û çalakvanan gotin ku bidehan ji leşkerên rêjîma Esed û milîsên Iranî hatin kuştin û birîndar bûn, di dema pêşdaçûna lezgîn ya Artêşa Niştimanî li nêzî bajarokê Elnêrebê.
Û çalakvanan wêne û perçevîdyoyên tomarkirî li ser rûpelên media civakî belav kirin, tê de tang û otombîlên leşkerî yên Tirkîyê û hin ên Artêşa Niştimanî ya Sûrî berve bajarê Seraqibê û gundewarê rojavayê Helebê ve diçûn, diyar kirin, wek amedekariyekê ji helmetake leşkerî re ji bo ku deverên rêjîma Esed û Milîsên Iranî berî çend rojan dagîr kiribûn vegerînin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî