Polîsên leşkerî yên bi ser rêjîma Esed ve, dest be hilmeteke binçavkrina xortan ji bo leşkeriya xwe ya bi zorê û ya yedek kirine, û bi dehan ji welatiyên parêzgeha Hesekê bo vê mebestê girtine.
Li gor fermana nû ya hêzên leşkerî yên rêjîmê, pêwîste polîsên wan çi kesê temenê wî di navbera 18 ta 42 an bo leşkerkirinê binçav bikin .
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê diyar kir ku polîsên leşkerî li ser rêbendên rêjîmê belav bûne û welatiyên ku temenê wan di navbera 18 -42 salan de ji bo leşkeriya yedek digrin, her weha hêzên ewlehiya leşkerî bi cilê sivîlan li dezgehên dewletê de belav dibin û çi kesê serdana wan dezgehan dikin wan ji bo leşkeriyê binçav dikin.
Ismaîl Emîn, yek ji xelkên bajarê Amûdê ye, ji malpera me re diyar kir ku biraziyê wî Dara Emîn ku temenî wî 40 sale serdana Balafirgeh Qamişlo kiribû û ji aliyê hêzên ewlehiya leşkerî hate binçavkirin, û ji bo leşkeriyê hate birin.
Emîn anî ziman ku biraziyê wî Dara li Qeter kar dikir û bi dehê caran serdana Sûriyê di riya Balafirgeha Qamişlo û Şamê re dikir, lê vê carê hate binçavkirin.
Tê zanîn ku polîsên leşkerî yên bi ser rêjîmê ve û yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, di heman demê de welatiyan ji bo leşkerkirinê digrin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê