Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê di hefteya borî de bi dehan xort bi armanca leşkeriya neçar li bajarokê Raco û Mabetan girtin û bi dehan jî dirivin ser çiyayên Efrînê da ku neyên girtin.
Her wiha çalakvan Elî Zeyno da znîn ku çekdarên PYDê du kalemêrên bi navê Henan Şêx Mûs û Mihemed Bakîr li gundê Qudê yê bi ser bajarokê Raco ve, li şûna zarokên wan yên ji ber leşkeriya neçar reviyane girtin .
Zeyno ev kiriyar bi tundî şermezar kir û got ku PYDê rêzgirtinê li mafên mirovan nake û bang li rêxistinên sivîl kir ku pêwîste ev kiryar werin bidawîkirin û balkişand ku girtina kalamêran gavek pir xirabe, û li dijî mirovatiyê ye.
Jêder: Ragihandina Hevbendiyê /Beşê Kurdî