çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di leşkerkirina zarokan de li bajarê Kobanê û gundewarê wî berdewam e li gor ku çalkalvan Ferhan Mihemed ji malpera me re raghand.
Mihemed diyarkir ku berî çend rojan 3ê zarokên temenê wan 12 sal in çekdarên PYDê ew leşkerkirin û birin tev kampên xwe da ku wan perwerde bikin û mejiyê wan bişon weke Gulê Ebdulkerîm Bekir ya (12) salî ji gundê Yaremezê yê li başûrê Kobanê berî çend rojan ji aliyê PYD ê ve, bê razîbûn û zanîna xwediyên wê hat rivandin.
Her wiha Mihemed Got : zaroka bi navê Semîra Evdo ŞêX Bozan, ewjî (12) salî ye, û zaroka bi navê Emel Mistefa ŞêX Bozan, (12) saliye, ji dibistana gundê Bîr Xatî hatin rivandin û hersê jî sinifa şeşan in
Jêder: Hevbendî