Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD endamê Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û sekretêrê partiya Çep ya Kurdistanî Mehmûd Mele êvara Şemiyê 2 sibatê binçav kir.
Partiya Çep a Kurdistanî ku Mele sekretêrê wê ye daxuyaniyek belav kir tê de diyar kir ku hêzeke mezin ji çekdarên PYD êrîşî mala Mele li bajarê Qamişlo kir û ew binçav kir, û telîfonên tevaya malbata wî desteser kirin û şêweyeke tirsê li cem wan çêkirin.
Daxuyaniya partiya çep a Kurdistanî kiryarên çekdarên PYD şermezar kirin, û ragihand ku ew berpirs in di ber selamet û aramiya Mele de.
Tê zanîn ku doseya binçavkirina siyasî ji hêla hêzên PYD ve berdewam e, û hejmarek endam û alîgirên ENKS di zindanên wê de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê