Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ê li Kobanê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de berdewam in, û ta niha bi dehan zarokên ku temenê wan kêmtirî 18 salan e birine kampên xwe yên leşkerî li gor ku Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re diyar kir û got: ” xelkên Kobanê bang dikin ku wan zarokan berdin lê PYDê bersivê nade û gelekan ji wan zarokan jiyana xwe ji dest dane”.
Mihemed tekez kir ku PYDê bi rengekî eşkere ji xelkên Kobanê dixwaze ku her malbatek zarokekî bide wan yan jî divê ji Kobanê derkeve.
Riyad Mistefa jî yek ji xelkên Kobanê ye ji me re ragihand ku çekdarên PYD ê keça wî ya bi navê “Dîlan” ku temenê wê 16 sale revandin û çarenûsa wê ne diyar e
Her wiha Mistefa di dawiya axaftina xwe de ji PYD ê xwest ku revandina zarokan rawistîne û hemû zarokên biçûk ên di nav wan de li malbatên wan vegerînin û got ” Revandina zarokan bû sedema koçberiya piraniya xelkên Kobanê”.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî