Çalakvanin bajarê Kobanê tekez kirin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê jinek û hevserê wê girtin bi tewana zewaca duyem.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku jin û mêrek ji gundê Bender li gundewarê Kobanê bi tometa zewaca cara duyem hatin girtin.
Mihemed diyar kir ku jina bi navê (F-C) piştî mêrê wê berî 8 salan wefat kiriye, berî çend rojan bi mêrekî bi navê (H-R) zewicî ku berê xwedî jine, hatine girtin ji aliyê çekdarên PYDê ve.
Her wiha Mihemed tekez kir ku PYDê zewaca duyem qedexe dike di bin navê mafê jinê, lê ta niha bi sedan keçên temen biçûk kirine leşker.
Mihemed bal kişand ku pir jin hene li ser hewyê dizewicin ji ber rewşa Sûriyê ya taybet û Koçberbûna xelkê û got: Ev ne cara yekem e ku PYDê jinan binçav dike û zawacê qedexe dike.
Di dawiya gotina xwe de Mihemed Got: Xelkê Kobanê ji siyasetên PYDê ne razîne û nerfetê eşkere diyar dikin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî